Galeriya wêneyan

06-08-2023
14 Photos
Abdulselam Akinci

Geştyarên navxweyî û biyanî diçin serdana Kaniyên Munzûr Baba yên çavkaniya Çemê Munzurê ne.

Kaniyên Munzûr Baba yên li Dêrsimê ku li Bakurê Kurdistanê û cîhanê yek ji navendên girîng û pîroz ên Kurdên Elewî ne, bûne navnîşana geştyaran.

Bi sedan geştyar ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê diçin serdana Kaniyên Munzûr Baba yên ku 17 kîlometreyan dûrî navenda bajarokê Pulûrê û 80 kîlometreyî jî dûrî navenda bajarê Dêrsimê ne.

Ji çavkaniya Çemê Munzurê ku ji quntara Çiyayê Munzûrê diherike re Kaniyên Munzûr Baba tê gotin.

Foto: Abdulselam Akincî / Rûdaw