Êrişa li Mîr Hazim Tehsîn Beg bû sedema bertekan
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku kesekî Êzidî li Almanyayê êrişî Mîrê Kurdên Êzidiyên Cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir, gelek bertek hatin nîşandan.
Barageha Barzanî ragihand, “Em vê bêrêziyê bi tundî şermezar dikin.” Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê jî dibêje, “Ev pêşhatiyeke metirsîdar e.”
4ê Tebaxa 2025an kesekî Êzidî yê ji Ermenistanê li Almanyayê êrişî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û heqaret lê kir.
Barageha Barzanî: Mebestên “xerabkariyê” li pişt van cure reftaran hene
Roja sêşemê Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Em wê bêrêziya ku ji aliyê kesekî nezan ê Êzidî ve li Berlînê li hemberî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzidiyan hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin.”
Barageha Barzanî dibêje ku li pişt van cure reftaran mebestên “xerabkariyê” hene û “nayê qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de Barageha Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo Mîr Hazim Tehsîn Beg ducare dike û dibêje, “Em hemû hewlên ji bo avakirina dubendiyê di nav Êzidiyan de û heqareta li pîroziyên wan red dikin.”
Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê: Hewleke bedkaran e ji bo dubendiyê
Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Bi nîgeranî û nerazîbûneke kûr, me wekî Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê, çavdêriya wê bûyerê kir ku duh li bajarê Berlînê yê Almanyayê bi serê birêz Mîr Hazim, Mîrê Êzidiyên li Îraq û cîhanê, hat.”
Encûmenê got, “Mîr Hazim ji aliyê xortekî Êzidî yê ji Ermenistanê ve rastî êrişeke devkî ya tund û heqaretê hat.
Ev pêşhatiyeke metirsîdar û cihê nîgeraniyê ye ku sembolên dînî û civakî yên Êzidiyan dike hedef û her wiha wekî Kurd, nasnameya neteweyî ya Êzidiyan dike armanc da ku bi hewleke bedkaran dubendiyê çêbike û rastiyên dîrokî bişêwîne.”
Di daxuyaniya Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê de hat gotin ku tiştê qewimî, nikare ji wan nakokiyên îdeolojîk ên ku civaka Êzidî perçe dikin û ji aliyê aliyên bi guman ve tên birêvebirin, were cudakirin û hat destnîşankirin ku ew alî hewl didin vê pêkhateya resen belav bikin û heta ji kokên wê yên neteweyî jî qut bikin.
Encûmenê got, “Di navbera wan kesên ku dibêjin Êzidî Zerdeştî ne û yên ku ji bo qutkirina wan ji koka wan a Kurdî neteweyeke nû diafirînin û yên ku dibêjin 'Êzidiyatî' di heman demê de hem netewe û hem jî dîn e, nasnameya Êzidî li hemberî metirsiya hilweşîna navxweyî û tunebûnê ye, di demekê de ku ti merceiyeteke diyarkirî nîne ku divabû ev pêkhate ji perçebûnê biparêze.”
Encûmenê her wiha got, “Li vir em tekez dikin ku Êzidî ji aliyê neteweyî ve Kurd in û ji aliyê dînî ve Êzidî ne.
Ev rastî nabe ku were destkarîkirin an jî di nav nakokiyên takekesî, partîtî û îdeolojîk de were bazirganîkirin.
Ev reftara sivik a li hemberî Mîr Hazim, li ber çavê hevjîna wî, tenê hewldaneke bi mebest e ji bo gurkirina aloziyan û ne layiqî ti mirovekî ser bi dînê Êzidî ye ku li ser bingeha rêz, lêborîn û aştiyê hatiye damezrandin.
Belkî, tiştê ku qewimî heqaretek e li hemû Êzidiyan û destdirêjiyek e li ser semboleke ku nûnertiya zarokên vê pêkhateyê dike.”
Encûmenê eşkere kir ku bûyerên bi heman rengî li Sûriyeyê jî dubare dibin û anî ziman:
“Ev dîmenên trajedîk li Sûriyeyê jî dubare dibin, li wir Êzidî rastî koçberkirina bi zorê û binpêkirinên berdewam hatine, di çarçoveya nexşeyeke ku armanca wê valakirina welat ji vê pêkhateyê ye ku hebûna wê ketiye ber gefê.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê got, “Em wekî Êzidiyên Sûriyeyê, tevî bêhêvîbûna xwe ya mezin a ji ber nebûna rola Encûmena Ruhanî û xemsariya Mîr Hazim a di nehilgirtina berpirsiyariyên wî yên dîrokî de di demên çarenûsaz de, tekez dikin ku ev bi ti awayî nabe hincet ji bo destdirêjiya li ser rûmet û pêgeha wî yan jî heqareta lêkirinê.”
“Ev êriş ji hemû pîvanên exlaqî dûr bû”
Komeleya Çandî û Civakî ya Kaniya Spî ya li Almanyayê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:
“Doh me bihîst ku birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, li bajarê Berlînê yê Almanyaya Federal, rastî êrişekê hatiye ji aliyê kesekî ku em di wê baweriyê de ne xelkê herêmên Ermenistanê ye.
Ev êriş ji hemû pîvanên exlaqî dûr bû û ew gotin û hevokên ku me bihîstin, bi giştî ji exlaqê û bi taybetî jî ji exlaqê Êzidiyatiyê dûr bûn ku rêzê li her kesî û her saziyekê digire, çi dibe bila bibe.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesayetiya Mîr Hazim nûnertiya Êzidiyên hemû cîhanê dike û Serokê Encûmena Bilind a Ruhanî ya Êzidiyan e li cîhanê û di civaka navneteweyî de bi vî awayî hatiye naskirin.
Heqareta li wî tê wateya heqareta li dîn û civaka Êzidî, nabe ku neçar were kirin ku tiştekî bibêje.
Ji ber ku dînê me yê Êzidî bi navê ‘Dînê Êzidî’ tê naskirin, neteweya me jî ji aliyê dîrok û dîroknasan ve hatiye naskirin; Xwedê em bi vî awayî wekî Kurd afirandine û ti gunehê me nîne.”
Komeleyê got, “Êrişkirina li ser semboleke Êzidiyatiyê, heqareta lêkirin û neçarkirina wî ku tiştê kesek dixwaze bibêje, ji aliyê kesekî ve ku li welatekî demokratîk wekî Almanyayê dimîne û daxwaza wî ya penaberiyê jî hatiye redkirin, heta ne hêjayî manê ye li vî welatî ku qanûnên wî heqaret û navreşkirinê red dikin û li ser ceza datînin.
Pêwîst e piştî ku cezayê reftara xwe wergire, demildest ji vî welatî were derxistin.”
Serokê Qewalan: Em spasiya xweragirtina Mîr Tehsîn dikin
Qewal Behzad Qewal Silêman, Serokê Qewalan û Endamê Encûmena Bilind a Ruhanî ya Êzidiyan, di daxuyaniyekê de dibêje, “Em bi awayê herî tund wê kiryara qirêj a ku yek ji Êzidiyên Rûsyayê li hemberî birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg li Almanyayê kiriye, şermezar dikin.”
Di daxuyaniya wî de hat gotin, “Êzidiyên Rûsya û welatên Qefqasyayê tevî ku bi dehên salan ji hemû Êzidiyên din qut bûne, dîn, kevneşopî, helwestên xwe yên bi rûmet û pabendbûna xwe ya bi dînê xwe parastine, ew mînaka exlaqê bilind in. Em xemgîn in ku yek ji wan bi vî awayî tevdigere.
Ev reftara nerind di civaka me de pêşhatiyeke metirsîdar nîşan dide, ji ber ku oldar û kesayetiyên civakî, bi taybetî jî kesayetiya Mîr, di nav Êzidî û ne-Êzidiyan de jî cihê rêz û teqdîreke mezin in.”
Qewal Behzad Qewal Silêman dibêje, “Em tekez dikin ku pirsgirêk bi vî awayî û bi vê rêbaza birîndarker çareser nabin, û em dibêjin ku deriyên Mîr û Encûmena Ruhanî ji bo her rexneyeke avaker û her ramanekê vekirî ne, bi mercê ku di çarçoveya berjewendiya bilind a Êzidiyatiyê de be. Dîwan û sînga Mîr ji bo wergirtina hemû raman û pêşniyaran vekirî ye.”
Qewal Behzad tekez dike ku rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e ku li ser bingeha rêzgirtin û qebûlkirina hev hatibe avakirin, ne bi bikaranîna peyvên nerind ên ji aliyê exlaqî û dînî ve û wiha dawî li axaftina xwe tîne û got:
“Li ser vê bingehê, em pesnê helwesta birêz Mîr a ji bo xweragirtina wî û neşopandina van cure reftaran didin.
Xweragirtin ji bo ku çembera şikestina civakî firehtir nebe çareseriya herî baş e, ku ti pêdiviya me pê nîne.”