Karasu: Tirkiye divê piştgiriyê bide azadiya Kurdên li Sûriyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu got, Madem ku behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan tê kirin, wê demê Kurdan li Sûriyeyê ne xwişk-bira ne? Tirkiye divê piştgiriyê bide azadiya Kurdên li Sûriyeyê.
Mustafa Karasu li ser “mafê hêviyê” û armancên komîsyona parlamentoyê, ji televîzyona Medya Haberê axivî.
“Divê Bahçelî li ser soza xwe bisekîne”
Karasu bal kişand li ser mafê hêviyê ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û got:
“Devlet Bahçelî bi eşkere vê yekê got, `Bila rêxistina xwe fesih bike, dev ji têkoşîna çekdarî berde û bila mafê hêviyê were pratîkkirin.`
Heta got, `Bila were li meclîsê biaxive.` Divê Devlet Bahçelî li ser soza xwe bisekine. Yanî ji beriya her kesî divê Devlet Bahçelî li ser vê mijarê bisekine û pratîkbûna mafê hêviyê pêk bîne.”
“Dema karkirina komîsyonê kurt e”
Karasu derbarê komîsyona ku li parlamentoyê dest bi kar kiriye jî destnîşan kir ku dema karkirina komîsyonê bi 2-3 mehan ve hatiye sînordarkirin û ev dema kurt e û got:
“Ev komîsyon niha hate avakirin. Komîsyon dê di 2-3 mehan de çi çareser bike? Rewşa gerîlayên ku çekên xwe deynin û werin, dê çi be?
Çavkaniya vê pirsgirêkê heye, sedemên ku ev pirsgirêk derketî holê heye, pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê heye. Eger komîsyon ne têkildarî van be, çi wateya wê heye?
Ji vî alî ve eger ev komîsyon tenê bi rewşa kesên çek ber didin û tên ve mijûl bibe, tenê têkildarî vê yekê gav bavêje, wê demê ev şaş e, ev kêm e. Ev pêdiviya pêvajoya heyî pêşwazî nake.”
Karasu li ser rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê jî diyar kiriye ku divê feraseta Tirkiyê bê guhertin û ne ku gefan li bixwe berovajî vê yekê Tirkiye piştgiriyê bide azadiya Kurdên li Sûriyeyê.
“Divê Tirkiye piştgiriyê bide Kurdan”
Wî debarê vê yekê jî wiha got:
“Niha li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye, ji bo vê hikûmet jî dewlet jî divê gefan li Rojava nexwin, bi rastî jî ev ters e.
Madem ku behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan tê kirin, wê demê Kurdan li Sûriyeyê ne xwişk-bira ne?
Wê demê divê nêzikatiya li hemberî wan xwişk-birayan jî rast be. Divê nêzîkatiyeke xwişk-biratî were raberkirin.
Dibêjin Mîsakî Millî, di nava Mîsakî Millî de Mûsil-Kerkûk jî hebû, qada Kurdan a bi navê Rojava, Rojavayê Kurdistanê jî hebû.
Niha tu hem ew qasî behsa Mîsakî i Millî bike lê dijmintiyê li Kurdan bike. Ev nêzikatiyek ne rast e.
Ji vî alî ve divê nêzikatiya li Sûriyeyê, li Bakurrojhilatê Sûriyeyê li hemberî Kurdên li Rojava rast be.
Divê wisa tehdîtwarî nebe. Heta ji bo ku Kurd li Sûriyeyê bigihijin azadiya xwe, piştgiriyê bidin.
Nêzîkatiya rast ev e, nêzîkatiya ku bi Tirkiyeyê bide qezenckirin ev e.”