Îraq: Em dê li gel Tirkiyeyê li ser boriya petrolê rêkeftineke nû bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku ew dê li gel Tirkiyeyê derbarê boriya petrolê de rêkeftineke nû bikin û îro yan sibe petrola Herêma Kurdistanê dê were radestkirin.
Heyan Ebdulxenî di serdana xwe ya ji bo Kerkûkê de, di bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed de ragihand ku yek ji mercên rêkeftina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ew e ku her alî mafê wê heye salekê berî bidawîbûna wê, rêkeftinê hilweşîne.
Rêkeftin heta Tîrmeha 2026an di meriyetê de dimîne û di wê heyamê de ew dê bi armanca jinûveçalakkirina kar, li gel Tirkiyeyê rêkeftineke din bikin.
Li gorî biryareke ku di 21ê Tîrmeha 2025an de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojnameya fermî ya wî welatî de hatibû weşandin, rêkeftina boriya petrola xam a ku sala 1973an di navbera Tirkiye û Îraqê de hatibû îmzekirin, dê di 27ê Tîrmeha 2026an de bi dawî bibe.
Hinartina petrolê ji wê boriyê ji sala 2023yan ve rawestiyaye ku petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya wê dihat hinardekirin.
Petrola Kurdistanê
Wezîrê Petrolê yê Îraqê behsa rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got:
“Wekî Wezareta Petrolê û hikûmeta federal, me li gel birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê rêkeftin kiriye.
Doh em bi Wezareta Samanên Siruştî re di pêwendiyê de bûn û wan teqez kir ku asta berhemanînê gihiştiye nêzîkî 130 hezar bermîlên petrolê yên rojane.”
Heyan Ebdulxenî hûrgiliyên dabeşkirina wê hejmarê jî eşkere kir û got:
“Em li hev hatine ku em 80 hezar bermîlan ji wan wergirin ji bo hinardekirinê, piştî ku 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxwe û xebitandina parzûngehên Herêmê tên terxankirin. Îro yan sibe petrol dê were radestkirin.”
Derbarê mîkanîzma proseya radestkirinê de, Heyan Ebdulxenî da zanîn ku petrola ku tê wergirtin dê destpêkê li embaran were komkirin û paşê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ber bi bendera Ceyhanê ve were hinardekirin.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku sedema destpêkirina bi hejmareke kêmtir ji ya ku berê hatibû plankirin (230 hezar bermîl), êriş û gefên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ne û ev yek bûye sedema kêmbûna berhemê.
Digel vê yekê jî, wî teqez kir, “Ji ber israra me ya li ser destpêkirina bilez a hinardeyê, em ê bi vê hejmara ku niha berdest e dest pê bikin.
Bi piştgiriya Xwedê, jinûvedestpêkirina hinardekirinê ji bo bendera Ceyhanê dê bibe handaneke mezin ji bo ku kompaniyên din vegerin û ji nû ve dest bi kar bikin.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê her wiha ragihand, “Li gorî biryara dawî ya Lijneya Wezîran ku bi rêkeftina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye dayîn, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê rêkeftinê cîbicî bike.
Em pabend in bi wergirtina petrola xam, ku wek qonaxa destpêkê rojane ji 230 hezar bermîlan kêmtir nebe.”