Wan (Rûdaw) - Her sal bi hezaran geştyarên ji Herêma Kurdistanê ji bo ger û geştê berê xwe didin bajarê Wanê.
Piraniya xelkê ku Wanê ziyaret dikin ji Dihok û derdora wê diçin.
Piraniya geştyarên ji Herêma Kurdistanê bi rêya otomobîlên xwe di Deriyê Serzêrî re derbas dibin.
Hinek ji wan jî di Deriyê Îbrahîm Xelîl re dibin.
Welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku Wan ziyaret kirine ji Rûdawê re axivîn û wan, “Bihayê otêl û xwarinên Wanê baş in. Xelkê Wanî mêvandost in.”
Her wiha welatiyekî Dihokî jî dibêje, xelkê Dihokê gelekî ji Wanê hez dikin.
Nûçegihanê Rûdawê ji geştyaran pirsî “Tu ji ku derê hatî û çima hatî Wanê?”
“Wan bajarekî xweş û paqij û mêvandost e”
Geştyarê ji Herêma Kurdistanê Hêjar Salih got:
“Em ji Dihokê hatine. Em xelkê Akrê ne. Em 3 malbat bi hev re hatine.
Wan bajarekî pir xweş e, gelekî hênik e. Cem me germ e, em hatin vira. Lewra bajarekî xweş û paqij û mêvandost e. Bihayê otêl û xwarinên wan heta cihekê baş in.
Em bi rêya Silopiyê bi otomobîla xwe hatin. Bi rastî rêyeke pir xweş û ewle ye.”
Geştyarê ji Herêma Kurdistanê Remezan Hecî Qadir jî da zanîn ku ew beriya 10 salan hatibû Wanê û wiha domand:
“Ev cara duyem e ez têm. Em çûbûn Dêra Axtamarayê. Şeveke em mabûn û vegeriyabûn.
Lê vê carê em 3 heval in. Em dê biçin dorûberê Wanê. Em dê biçin Miksê, ser gora Feqiyê Teyran.
Em biçin Bazîdê Ehmedê Xanî bibînin. Bi rastî jî Wan pir hênik e, başûr germ e.”
“Gelek deverên xweş liv ir hene”
Geştyarê ji Herêma Kurdistanê yê bi navê Muşîr Qumrî jî got:
“Salê carekê an du caran em tên Wanê. Wan yek ji bajarê herî xweş ê Kurdistanê ye.
Bihayê wê jî zêde giran nîne. Em bi rêya otomobîlê tên.
Em ji Dihokê hatin Deriyê Serzêrî, navbeyna Çelê, Colemêrg û Kanîmasê û em hatin Wanê.
Gelek deverên xweş liv ir hene. Behra wê heye, keştî hene.
Xelkê Dihokê gelekî ji Wanê hez dikin. Lewra zimanê me heman e. Cihekî din ji me re zehmet tê.”
“Hewaya Wanê gelekî hênik û xweş e”
Geştyarê ji Herêma Kurdistanê Deham Mîrweyî jî wiha got:
“Em ji bo dermankirinê hatine Wanê, ji bo ba doktor tedawî bibin. Em derdora 15-20 rojan dimînin, heta doktor bêjin temam e.
Hewaya Wanê gelek hênik û xweş e. Bi rastî ez daxwazê ji xelkê me dikim ku bila havînê werin Wanê. Lewra ev der pir xweş e.”
Kamera û Montaj: Faruk Uysal
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse