Li Reqayê ‘Firneya Jiyanê’ hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê, Encûmena Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser “Firneya Jiyanê” vekir ku rojane 9 hezar paket nan hildiberîne.
Berpirsên Komîteya Kooperatîfan a Encûmena Aborî û Çandiniyê ve dibêjin ku vekirina “Firneya Jiyanê” di çarçoveya plana Rêveberiya Xweser a xwetêrkirinê de ye.
Hevserokê Komîteya Kooperatîfan a Rêveberiya Xweser Ebdulxefûr Romî derbarê mijarê agahî da û got:
“Me îro Kooperatîfa Nanê Jiyanê vekir ku dibe firneya çaremîn a kooperatîfan li navenda bajarê Reqayê.
Ev firne rojane nêzîkî 9 hezar paket nan hildiberîne û her roj 8 ton û nîv ard digihêje firneyê.
Saet 5ê sibehê dest bi kar dike û saet 4ê êvarê bi dawî dibe.
36 malbat sûdê ji vê firneyê werdigirin.
Karker û endamên encûmena firneyê ji wan 36 malbatan pêk tên ku hest bikin ev firne milkê wan e û lê xwedî derdikevin.”
Nanê Kooperatîfa Nanê Jiyanê ji aliyê kesên taybet ve li çend taxên Reqayê tê belavkirin.
Komîteya Kooperatîfan plan dike ku hejmara firneyan li bajar û gundewaran zêde bike.
Ebdulxefûr Romî anî ziman:
“Komîteya Kooperatîfan hewl dide ku hejmara kooperatîfan li navçeyê zêde bike da ku xizmeteke baştir pêşkêşî civakê bike û di heman demê de derfetên kar ji bo xelkê me peyda bike.
Kooperatîfên me sektorên çandinî, pîşesazî û ajeldariyê li xwe digirin.”