GEVER - 15 leşker hatin kuştin

06-09-2015
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistan Gever PKK Tirkiye Şer Gerîlla Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PKKê ragihand, gerîllayan îro li Geverê êrişî leşkerên Tirkiyeyê kirin û di encamê de 15 leşker kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), îro 6ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, gerîllayên PKKê îro piştî nîvro êrişî leşkerên Tirkiyeyê li Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Geverê ya Bakurê Kurdistanê kirin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, îro konvoyeke mezin a leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê bi wesayitên zirxî ve ber bi Geliyê Doskî ya girêdayî Geverê ketibû rê û di saet 15:00ê piştî nîvro de gerîllan êrişî ser konvoyê kirin.

 

HPGê herwiha da zanîn, li gor agahiyên wan di êrişê de 15 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û herwiha gerîllayan dest danîne ser gellek çekan.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, Artêşa Tirkiyeyê berdewam e li ser zêdekirina hêzên leşkerî yên xwe li navçeya Gever a girêdayî parêzgeha Colemêrgê, lê hewlên wan bo pêşveçûn li herêmê serkevtî nebûne.

 

HPGê herwiha tekez kir, pêşveçûnên li herêmê hêj berdewam in û ew dê derbarê êrişê de jî piştre agahiyên zêdetir belav bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst