KOBANÎ – Xwendin dest pê dike lê kêmasî zêde ne

06-09-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) - Destpêka sala xwendinê ya 2015-2016 li Rojavayê Kurdistanê nêzîk dibe, lê îsal ji ber koçberiya xelkê û şerê rêxistina DAIŞê di hindirê bajarê Kobanî de, gelek kêmasî û pirsgirêk di warê xwendin û perwerdeyê de hene.

 

Dibistan wêran bûne, ji ber koçberiya zêde hejmara mamosteyan kêm bûye û xwendina bi materyalê nû jî ji bo xwendevanan cihê pirsê ye. 

 

Destpêka sala xwendinê ya nû û vebûna dibistanan li Kobanî nêzîk dibe, lê îsal ji ber êrişa rêxistina DAIŞê ya di 15ê Îlona sala borî de, û koçberiya xelkê û şerê ku çar mehan di hindirê bajarê Kobanî de berdewam kiribû, kêmasî û kêşeyên ku di warê xwendin û perwerdeyê hebûn ji berê zêdetir kirin.

 

Ji alîkî ve ji ber koçberiya xelkê Kobanî, hejmareke mezin ji mamosteyên dibistanan, bi taybetî yên pispor  jî koçber welatên derve bûne û valahiyek li şûna xwe hîştine. Jer ber ku bi ti çareyan ew valahî nayê dagirtin, dê bandoreke nebaş li asta xwendinê li dibistanên Kobanî bike.

 

Li alîkî din, meteryalên kurdî yên ku dê nû li dibistanên Kobanî werin xwendin, ji bo siberoja xwendekaran û temamkirina xwendina wan li zanîngehan ne diyare, ango ta vê demê zanîngehên ku xwendin lê bi zarava kurmancî ya ku bi tîpên latînî dibe, li Kurdistanê û li seranserî dunyayê tune ne.

 

Herwîha pirsgirêka tunebûna bawernameyan ji xwendekarên polên nehan û bekaloriya re, ku dibistanên Kobanî nikarin wan bawernameyan bidin xwendekaran û ta ku xwendekar bikaribin xwendina xwe li zanîngehan berdewam bikin.

 

Bawernameyên xwendina herdu polên neh û bekaloriya ji xwendekaran re zor pêwist in, lê ji ber ku xwendekarên Kobanî nikarin ezmûneyan li parêzgehên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de pêşkêş bikin, xwendina bê bawername pirsgirêkeke mezin e ji bo siberoja xwendekarên Kobanî.

 

Pirsgirêka wêranbûna beşekî ji dibistanên Kobanî û xerabûna bingeha wan, ew jî pirsgirêkeke dine li gel pirsgirêkên kêmahiya mamoste û meteryalên nû. Heger dibistan baş neyin amedekirin, dê xwendekar nikaribin normal û li gorî mercên xwendin û perwerdeyê tê de bixwînin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst