Berdevkê HDPê: Çima dewleta Kurdan nebe?
Enqere (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir got, giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê bibe deriyê xêrê jib o Rojhilata Navîn.
Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ji Rûdawê re ragihand ku ew bi dil û can piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike û gişpirsiya 25ê Îlonê dê deriyê xêrê li ber tevahiya Rojhilata Navîn veke.
Osman Baydemîr amaje bi vê yekê kir ku li Tirkiyê destên siyasetê li ser tevahiya dadgehên wî welatî hene û got, hevserok û parlamenterên partiya wan 307 roj in ji ber kurdbûna xwe di zîndanan de girtine û ev ne darizandin e, ev dîlgirtin e.
Baydemîr destnîşan kir ku şirekatiya AK Partî û Partiya Tevgera Nijadperwer (MHP) li ser dijminiya kurdan pêk tê û li ser gotina Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku anîbû ziman giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê sedema şer e wiha got:
“Gotina MHPê gotinek nijadperestî ye. Herwiha dema ku Serokê MHPê Bahçelê ev yek anî ziman, min wekî berdevekê HDPê jê re got, hedê xwe bizan e. Ne hedê ti kesiye gefan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.”
Berdevkê HDPê eşkere kir ku ne hedê ti ke ti kesî ye ku gefan li gelê Kurd û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û got ku ew gefa ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, weke gefa li ser 40 milyon kurdan dinirxînin û wê yekê qebûl nakin.”
Baydemîr siyaseta AK Patiyê rexne kir û gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan “daxwaza dewletê ji b o kurdan heqaret e” bibîr xist û got: “Giştpirsî mafê kurdan ê herî xwezayî ye. Erdogan bixwe dibêje dewletbûn ji bo kurdan heqaret e. Yanî penc quriş aqlê kurdan nîne.Çima ji te ne hqaret e, çima ji bo kurdan heqaret be?
Dewlet çima ji bo Fransa mafekê pîroz e, ji bo ereban mafekê pîroz e, jib o farsan mafekê pîroz e ji bo hemû misilmanan mafekê pîroz gelo me misilmanên kurd çi guneh kiriye? Çima 40 milyon kurd nebin xwedî dewlet û xwedî statû? Bingeha pirsgirêkê ew e ku dixwazin kurdan bikin koleyên xwe û tine bikin.”