Li Zaxoyê agir bi kampeke koçberên Şingalê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Bêrsivê ya Zaxoyê ku Kurdên Êzidî lê dimînin agir derket. Birêvebirê Parastina Sivîlan a Zaxoyê diyar kir ku sê kon şewitîne.

Birêvebirê Parastina Sivîlan a Zaxoyê Muqedem Cemal Hesen, ji Rûdawê re got, "Agir saet 07:20ê sibê derket û di encamê de sê konên koçberan bi temamî şewitîn."

"Rê nehat dayîn ziyanên canî çêbibin"

Li Kampa Bêrsivê koçberên Kurdên Êzidî yên Şingalê dimînin. Birêvebirê Parastina Sivîlan a Zaxoyê got, "Tîm di dema xwe de gihiştin cihê bûyerê û rê nedan ku ziyanên canî çêbibin."

Li gorî gotina Cemal Hesen, di bûyerê de ziyaneke madî gihîştiye hejmarek koçberan û agir hatiye kontrolkirin.

“Bi îhtimaleke mezin agir ji ber elektrîkê derketiye”

Heta niha sedema derketina agir hîn ne diyar e lê li gorî gotina Cemal Hesen agir ji ber elektrîkê agir derketiye."