Li Rihayê bi hezaran zarokên karker ên demsalî ji xwendinê bêpar dimînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, tevî ku 705 hezar xwendekar roja duşemê 8ê Îlonê dest bi sala nû ya xwendinê dikin, bi hezaran zarokên karker ên demsalî ji ber karê malbatên xwe nikarin biçin dibistanê.

Nifûsa herî ciwan, pirsgirêka herî mezin

Riha, bi nifûsa xwe ya herî ciwan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê naskirin û ji sedî 43,8ê şêniyên wê zarok in. Bi 705 hezar xwendekaran re Riha di rêza çaremîn a Tirkiyeyê de ye û hejmara xwendekarên wê ji nifûsa 50 parêzgehên din zêdetir e.

Çarenivîsa zarokên karker

Ev hejmara mezin a xwendekaran pirsgirêkeke civakî ya kûr jî bi xwe re tîne. Her sal bi hezaran zarokên malbatên karker ên demsalî, ji ber ku neçar in bi malbatên xwe re ji bo karê çandiniyê koç bikin, bi mehan dereng dest bi dibistanê dikin û berî ku sal bi dawî bibe careke din dev jê berdidin.

Hejmara rast a van xwendekaran nayê zanîn, ji ber ku bi awayekî fermî ti dane nayên eşkerekirin.

Sultanoglu: Nifûseke me ya ciwan heye

Birêvebirê Perwerdeyê yê Rihayê Asim Sultanoglu, bal kişand ser hejmara zêde ya xwendekaran û got:

“Em di warê hejmara xwendekaran de li ser asta Tirkiyeyê bajarê çaremîn in.

Nêzîkî sêyek ji nifûsa me xwendekar in. Ev jî nîşan dide ku nifûseke me ya ciwan heye.

Em dê îsal bi 705 hezar xwendekaran dest bi perwerdeyê bikin û 75 hezar ji wan îsal yekem car diçin dibistanê. Ev hejmareke gelekî zêde ye.”