Li Wanê 2 bira hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di êrişa çekdarî de 2 bira hatin kuştin. 

Li Kolana Rêya Wanê Musa û Mehmet Demîrê ku kafeyekî dişixulînin dema di nav otomobîla li ber kargeha wan parkkirî de bûn rastî êrişa çekdarî bûn. 

Li ser agahdarkirinê kesên derdorê, tîmên tenduristî û polîsan çûn cihê bûyerê. 

2 birayên ku di êrîşê de xedar birîndar bûn piştî midaxeleya ekîban bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. 

Herdu bira tevî midaxeleya hat kirin mirin. 

Tîmên polîsan li cihê bûyerê û dora nexweşxaneyê tedbirên ewlehiyê wergirtin û ji bo girtina êrişkaran dest bi xebatê kir.