HELEBCE - Dayik û keça xwe li malê kuştî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebceyê termê dê û keça xwe li mala wan hatin dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê tohmetbarê serek bav e ku hevjîn û keça xwe kuştin.

Cîranên malbatê ragihand ku wan dengê teqînê bihîstiye û dema ew çûne malê, wan termên dê û keça wê dîtine.

Kesê ku hevjîn û keça xwe kuştine hîn nehatiye girtin û dengoyek heye ku wî dawî li jiyana xwe jî aniye lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Cîranan ji nûçegihana Rûdawê Sazgar Selahê re got, “Bi salan e ev malbat li vê taxê dij, heta îro kesî nebihîstiye ku carekê jî şerê wan çêbûbe.”

Termê dê û keçê li Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Helebceyê ne û tê payîn ku Berdevkê Polîsê Helebceyê îşev sedema bûyerê eşkere bike.

Saziya Asayîşê ya Herêma Kurdistanê îro (yekşem) ragihand, wan ew kesê ku êvara Şemiyê hevjîn û keçeke xwe kuştibûn desteser kiriye.