Li Kampa Holê operasyoneke nû: HSD li pey şaneyên DAIŞê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê ya ku wekî "bombeyeke demkî" tê binavkirin qonaxeke nû ya "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" da destpêkirin.
Ev pêngav piştî pûçkirina hewldaneke revandina 50 jin û zarokên çekdarên DAIŞê tê û careke din metirsiya Kampa Holê wekî navendeke ji bo vejîna DAIŞê radixe ber çavan.
Armanca operasyonê: Têkbirina şaneyên terorê
Fermandariya Hêzên Ewlehiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku armanca operasyonê "parastina niştecihên Kampa Holê û misogerkirina ewlehiya xebatên rêxistinên mirovî ye."
Fermandarê Hêzên Ewlehiyê Maen Asî got, "Operasyon hewldanek e ji bo rûxandina torên terorîst û şopandina wan kesên ku hewl didin zarokên di kampê de îstîsmar bikin da ku tiştê jê re digotin 'xîlafeta ciwanan' ava bikin."
Li gorî gotina Maen Asî, operasyon hewldanek e ji bo hilweşandina torên terorîst û şopandina wan kesên ku hewl didin serweriya xwe ferz bikin
Her wiha yên hewl didin zarokên di kampê de îstismar bikin da ku tiştê jê re digotin 'xîlafeta ciwanan' ava bikin.
Hol, barê giran ê li ser milê HSDy yê
Piştî bidawîbûna DAIŞê ya di sala 2019an de zêdetirî 73 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê li Kampê hatin bicîhkirin.
Kampa Holê ku bi hezaran endamên malbatên çekdarên DAIŞê lê dimînin, barê giran ê ewlehiyê dixe ser milê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Metirsiya radîkalîzmê, hewildanên revê û êrişên şaneyên veşartî yên DAIŞê her tim di rojevê de ne.
Tevî ku HSD bi berdewamî operasyonên ewlehiyê li dar dixe, mezinbûna kampê kontrolkirina tam a rewşê zehmet dike.
Amerîka: Divê hêzên me ji bo parastina kampan bimînin
Amerîka, wekî hêza sereke ya Koalîsyona Navneteweyî ya li DIJÎ DAIŞê girîngiyeke mezin dide parastina kampan.
Li gorî zanyariyên pisporan eger ev kamp neyên parastin, çekdarên DAIŞê dikarin careke din vegerin û bibin gefeke mezin.
Hejmara niştecihan û banga vegerandinê
Li gorî amarên herî dawî, li Kampa Holê 26 hezar û 539 kes dimînin; ji wan 15 hezar Sûriyeyî, nêzîkî 5 hezar Îraqî û nêzîkî 9 hezar û 300 kes jî welatiyên biyanî ne.
Her wiha, di girtîgehên di bin kontrola HSDyê de di navbera 8 hezar û 10 hezar çekdarên berê yên DAIŞê girtî ne, ku 2 hezar ji wan wekî "gelekî metirsîdar" tên dîtin.
Kampa Holê ji bilî gefa ewlehiyê, di rewşeke mirovî ya krîtîk de ye.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanêjî bi berdewamî bangî welatan dike ku welatiyên xwe vegerînin lê piraniya welatan di vî warî de gavên cidî navêjin,ku ev yek metirsiya radîkalbûna nifşên nû di nava kampê de zêdetir dike.