Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan li ber korbûnê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, rewşa tenduristiya çalakvana siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Dîzêl Abad a bajarê Kirmanşahê yê rojhilatê Kurdistanê ji ber “zêdebûna îşkenceyê” têk çûye û dibe ku çavên wê kor bibin.
Li gorî nûçeyek ajansa çalakvanên mafên mirov li Îranê (HRANA), girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Dîzêl Abad li bajarê Kirmanşahê dimîne, tevî nexweşiyên giran û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê, ji dermanan hatiye bêparkirin û destûr nayê dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên tendirustiyê derkeve derveyî girtîgehê.
Hat ragihandin ku ji ber vê yekê, dibe ku çavên wê kor bibin.
Li gorî nûçeyê, sedemê kêmbûna ronahiya çavên Celaliyan ew e ku di dema lêpirsînê de ji aliyê rayedarên girtîgehê ve derbên giran li ser wê ketiye.
Zeyneb Celaliyan di sala 2007’an de, li bajarê Kirmanşahê ji aliyê hêzên Îtlaatê yên Îran’ê ve hate girtin û ji aliyê dadgehê û bi hêceta ku endama PJAKê ye cezayê darvekirin lê hate birîn. Lê ji ber zextên saziyên mafên mirov ên nadewletî û navxweyî dadgehê biryara xwe guhert û cezayê wê veguherand cezayê girtina heta hetayî.
Li gorî heman çavkaniyê, malbata Celaliyan roja Çarşema bihorî (02.10.2013), ji bo rewşa keça xwe bizanin serî li rêveberiya girtîgehê dane. Lê rêveberiya girtigehê destûr neda malbatê ku çavê wan bi keça wan bikeve.
Zeyneb Celaliyan sala 1982 li bajarê Makû yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.