SÊRT - Veyselê 17 salî di çem de xeniqî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ciwanê bi navê Veysel Kaçar ê 17 salî di Çemê Zorava de xeniqî.
Li gorî agahiyan, Veysel doh ketiye Çemê Zorava û piştî demekê di nav avê de winda bûye.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û wan dest bi kar û xebatên lêgerînê kiriye.
Termê Veysel Kaçarê ku di çem de xeniqîbû piştî çend demjimêran hatiye derxistin.