Li Semsûrê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di ecanê de 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku H.A.O. diajot û otomobîla ku A.Î. diajot li navçeua Bêsniyê li ser rêya Semsûr-Serê Golanê li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr û 3 kesên ku di otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmênîtfaiyeyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.