Xelkê Pasûrê li hemberî lêgerîna kanzayan nerazîbûn nîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya Amedê, xelkê herêmê ji bo protestokirina xebatên lêgerîna kanzayan (madenan) mîtîngeke parastina xwezayê li dar xist.
Ev demeke dirêj e di navbera şêniyên Pasûrê û kompanyayên ku dixwazin li herêmê li zêr û hesin bigerin de alozî heye.
"Xwezaya me û ava me qirêj dikin"
Li gorî agahiyan, hinek kompanyayan destûr wergirtine ku li gundewarên Pasûrê li kanzayên wekî zêr û hesin bigerin.
Şêniyên wan gundan bi tundî li dijî van xebatan derdikevin û dibêjin, "Derxistina kanzayan xwezaya me û jîngeha me ji nav dibe, av û axa me qirêj dike."
"Têkoşîn didome"
Hat zanîn ku di encama bertek û nerazîbûnên xelkê de, xebatên lêgerînê yên hinek kompanyayan hatine rawestandin lê yên hinekan hîn jî berdewam dikin.
Ji ber vê yekê, xelkê Pasûrê ji bo ku daxwaza xwe ya rawestandina giştî ya van xebatan bigihînin rayedaran, dê sibe saet 13:00an de mîtîngeke din li dar bixe.