Leşkeriya neçarî li Efrînê jî dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, piştî Cizîrê, niha li Efrînê jî amadekariyan dike ji bo bicîkirina biryara “leşkeriya neçarî” ya ku ji aliyê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve tê redkirin.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efîrnê Ebdo Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji bo malpereke nêzîkî Partiya Yekîtiya Dempokratîk (PYD) ragihand: “Di demeke nêzîk de wê yasaya leşkeriya neçarî li Efrînê jî li ser erdê were bicîkirin.”

Îbrahîm diyar kir ku, ew niha civînên gelêrî li navçe û gundên Efrînê li dar dixin ji bo ku naverok û armanca yasaya leşkeriyê ji xelkê re bidin xuyakirin.

Bi gotina Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efîrnê, armanca ji leşkeriya neçar ne ewe ku ciwan tevlî şer bibin, lê wek ew dibêje, ew dixwazin ciwan di warê leşkerî de amade bin bo parastina navçeya xwe, her wiha da ku ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin piştgir.

Ebdo Îbrahîm da zanîn ku, “Leşkeriya neçarî nayê wateya ku ciwan wê tevlî YPGê bibin, lê ewê di rewşên awarte de piştgiriya YPGê bikin.”