Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina TAKê êrîşa li hemberî Rêveberiya Polîsên Hêza Taybet û Polîsên Tekoşîna li dijî Terorê ya navçeya Baglara (Rêzan) Amedê li xwe girt.
Medyaya nêzîkê PKKê daxuyand ku rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsiyariya êrîşa roja 4ê Mijdarê ya li navçeya Baglara Amedê ya li hemberî Rêveberiya Polîsên Hêza Taybet û Polîsên Tekoşîna li dijî Terorê li xwe girtiye.
Di nûçeyan de daxuyaniya TAKê ya li ser vê êrîşê cîh digre û tê gotin ku çalakî ji aliyê endamê TAKê Kemal Hakkarî ve hatiye kirin. Herwiha hate gotin ku di encama êrîşê de bi dehan kes hatine kuştin lê ev yek ji aliyê dewleta tirk ve tê veşartin.
Roja 4ê Mijdarê li navçeya Baglarê bi otomobîleke bombebarkirî li dijî Rêveberiya Polîsên Hêza Taybet û Polîsên Tekoşîna li dijî Terorê êrîşek pêk hatibû.
Walîtiya Amedê ragihandibû ku ev êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin û di encamê de 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe jidest daye û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bibûne.
Piştî êrîşê rêxistina DAIŞê jî li ser malpera xwe ya Amaqê ragihandibû ku wan ev êrîş lidarxistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse