MÊRDÎN – Ji tiriyê payîzê dims, bastîq û beniyên biguz çêdikin
Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji tiriyê mezrone yên ku payîzê tên berhevkirin dims, bastîq, kome û beniyên biguz û bibehîv tên çêkirin.
Tiriyê mezrone ji ber ku dereng digihîjin heta dawiya payîzê ancax tên berhevkirin.
Gelê herêmê serê sibê diçe nav rez, tirî berhev dike û bi motoran tîne malên xwe.
Tirî di hewzên kevir de tên givaştin û paşê di sîtilên sifir de li ser agirê daran tê kelandin û dims jê tê çêkirin.
Welatî li gor daxwazê ard dixin nav dims, guz an jî behîvan jî lê zêde dikin û ji vê pelûrê bastîq, kome û beniyan çêdikin.
Xidir Poyraz diyar kir ku tiriyê mezrone li vê herêmê digîhîje û payîza dereng jî tê berhevkirin.
Poyraz got ew bi malbatî di saet 06.00an de diçin nav rez, tirî berhev dikin û tînin.
Poyraz behsa çêkirina dims û bastîqan kir û got çêkirina wan zehmet e, hin caran 24 saetan jî dewam dike