Barzanî sersaxî ji Senger Ebdurehman re xwest

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Peyama sersaxiyê Senger Ebdulrehman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya bavê wî di peyamekê de serxweşî li peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman kir û ragihand: “Em bi bihîstina nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz, pêşmergeyê Îlonê û kesayetê diyarê Helebceyê Ebdulrehman Mihemed Şerîf dilgiran bûn.”

 

Îro Sêşembî 6ê Mijdara 2018ê Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Ebdulrehman Mihemed Şerîf ku dike bavê Senger Ebdulrehman, di peyamekê de serxweşî li peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata wî kir.

 

Serok Barzanî di peyama xwe de, ku li ser navê Baregeha Barzanî hatiye weşandin, ragihand: “Em bi bihîstina nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz, pêşmergeyê Îlonê û kesayetê diyarê Helebceyê Ebdulrehman Mihemed Şerîf dilgiran bûn.”

 

Herwiha serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em şirîkê xema we ne û serxweşiyê li malbata we ya birêz û dostên we dikin.”

 

Roja Duşembiyê (05-11-2018) Ebdulrehman Mihemed Şerîf ku dike bavê peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman û Bêjera Nûçeyên Werzişî Rojan Ebdulrehman, ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst