Hunermendê Kurd Nasir Rezazî ji bo Rojava banga yekitiyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Nasir Rezazî, bi peyameke vîdyoyî bang li aliyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kir ku yekgirtin û yekrêziya xwe pêk bînin û got, “Tenê tiştek dibe garantî ji bo serkevtina me, ew jî, yekgirtin e.”
Hunermendê Rojhilatî Nasir Rezazî di destpêka peyama xwe de tekez dike ku Kurd ev bi salên dûr û dirêj in ji bo mafên xwe xebat û têkoşîn dikin û diyar dike, “Zêdetir ji 30 şoreşên me di nav xwînê de hatine gevizandin. Kurd miletekî qehreman e, şerker û şervanekî gelek bihêz e, lê mixabin dîrokê ji me re selmand bi şer em nikarin bibin tiştek.”
Nasir Rezazî dibêje, Kurd di siyasetê de mixabin lawaz e û radigihîne, “Di roja îro de pirsgirêka Kurd, meseleya Kurd bi rastî gelek hatiye rû. Ew roja îro rojeke gelek dîrokî û girîng e ji bo me gelê Kurd. Hêvîdar im hemû aliyên Kurd li Rojava, hemû hizbên me li Rojava, bi Kurd û Suryan û hemû miletên din karekî bikin ku em bi tenê bi yekgirtin û bi yekbûn dikarin kêşeyên xwe çareser bikin.”
Di berdewamiya peyama xwe de ew hunermendê Kurd bang li aliyên Kurdî dike û dibêje, “Ez weke stranbêjekî Kurd dawakar im, bi rastî gelê me di roja îro de, wê bifikire bi şer û bi çek em nikarim bigihin mafên xwe, tenê tiştek dibe garantî ji bo serkevtina me, ew jî, yekgirtin e. Hûn divê hûn li gel hev rûn in, kêşeyên xwe çareser bikin. Bi rastî îro rojeke dîrokî ye.”
Hunermend Rezazî dibêje jî, “Hêvîdar im hemû hêzên Kurd li Rojava karekî bikin bi diyalog û rûniştin pirsgirêkên xwe çareser bikin ku ew fersend ji destê me nereve, hêvîdar im yekbûn û yekgirtin bibe hêvênekî bihêz yê gelê Kurd.”
Ev peyam û banga Nasir Rezazî di demekê de ye ku berîniha hunermend Keyhan Kelhor konsêrta xwe ya li Stenbolê û Şehram Nazirî konsêrta xwe ya li Swêdê, weke helwêstek bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, betal kiribûn.
Herwiha li çend bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê hatin pêkanîn û li bajarên Rojhilat alîkarî ji xelkê Rojava re tên komkirin.