Agirî - Barhilgir wergeriya: Şofêr canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek wergeriya.

Di encama qezayê de şofêr canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, îro li ser rêya Agirî û Erziromê barhilgira ku Remezan B. şofêriya wê dikir ji rê derket û wergeriya.

Di encamê de şorfêr li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tendirustiyê, parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîman cenazeyê şofêr ji barhilgira wergeriyayî derxist.