Li Dîlokê di qezayekê de 3 kesên ji malbatekê mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama lihevxistina kamyon û otomobîlekê de 3 kesên ji heman malbatê mirin.

Kamyona bi plakaya 46 AGH 214 li ser rêya Dîlok-Mereşê li otomobîla bi plakaya 46 AIC 925 xist ku Nurî Akkurt diajot.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê di lêkolîna xwe de diyar kir ku Nûrî, Cemîle û Rahîme Akkurt li cihê bûyerê mirine.

Cenaze piştî lêkolînê rakirin Saziya Tiba Dadî ya Dîlokê.

Piştî ku wesayît ji cihê bûyerê hatin rakirin, rê ji trafîkê re hat vekirin.