Li Amedê karkerek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê karkerek ji înşaetê ket û bi giranî birîndar bû.
Hat zanîn ku tevî hemû midaxaleyên bikîşkan karker li nexweşxaneyê mir.
Li Peyasê karkerê bi navê M.Y.yê 32 salî ku li înşaetê dixebitî ji qata 4an ket erdê.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
M.Y.yê ku giran birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê lê tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê mir.