DAIŞê di 11 mehan de zêdetirî 200 caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku DAIŞê di 11 mehên de zêdetirî 200 caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye û di encamê de bi dehan şervan û sivîlan canê xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi raporekê da zanîn ku DAIŞê êrişên xwe bi giranî li parêzgeha Dêrezorê û gundewarên wê pêk anîne û baregehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û sivîl kirine armanc.
Li gorî SOHRê, êriş bi awayê kemîn, teqîn û êrişên rasterast hatine kirin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir ku wan ji destpêka sala 2025an ve li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 211 êrişên şaneyên DAIŞê tomar kirine.
SOHRê diyar kir ku di encama van êrişan de 97 kesan canê xwe ji dest daye.
Ji wan kesan 68 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 15 sivîl û kesekî ku bi HSDyê re dixebitî canê xwe ji dest daye û 13 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.