Mesrûr Barzanî: Em dê karên gelekî mezintir bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî, xeta duyem a Projeya Dabînkirina Avê ya Hewlêrê vekir û di axaftina xwe ya di merasîma vekirinê de got, “Piraniya projeyên ku me dest pê kiribûn temam bûne, di 10 salên pêş de em dê karên gelekî mezintir bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku proje ji bo xelkê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê xizmeteke mezin e û got:
“Ev qonaxa dawî ya gihandina avê ya ji bo bajarê Hewlêrê ye.
Bê guman, ev xizmeteke gelekî mezin pêşkêşî xelkê Hewlêrê û tevahiya Kurdistanê dike.”
Mesrûr Barzanî da zanîn ku proje di demeke kurt de temam bûye û anî ziman:
“Li gorî pisporan, diviyabû ev proje ku li gorî hemû standardan hatiye çêkirin, herî kêm 3 salan bidomiya.
Şirketa Hêmin Groupê (ku navenda wê li Hewlêrê ye) bi derfetên xwecihî ev projeya mezin bi serkeftî bi cih anî, ev jî ji bo me serbilindî ye.”
Xeta yekem a Projeya Dabînkirina Avê ya Hewlêrê 20ê Tîrmehê ketibû xizmetê û av gihandibû gelek taxên bajêr.
Mesrûr Barzanî her wiha diyar kir ku ji bo misogerkirina kalîteya avê, di projeyê de teknolojiyeke bipêşketî hatiye bikaranîn.
Xeta duyem dê pêdiviya ava taxên derdora cadeya 150 Metrî ya Hewlêrê û her wiha ya navçeyên wekî Behirke, Girdcutyar, Sêberdan û gundên derdorê dabîn bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn:
“Hêviya me ew e ku Kurdistan di hemû sektoren de bi pêş bikeve.
Piraniya projeyên ku me îsal dest pê kiribûn temam bûne, di 10 salên pêş de em dê xizmetên gelekî mezintir bikin.”
“Ez hêvî dikim ku heman serkeftin li Silêmaniyê jî dubare bibe”
Mesrûr Barzanî her wiha mizgînî da ku li Silêmaniyê bi sûdwergirtina ji Zêyê Biçûk projeyeke stratejîk a avê tê plankirin ku dê kapasîteya wê ya rojane 480 hezar metre sêgoşe be û got:
“Hevkariya bihêz a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêvebiriyên xwecihî û şirketên taybet de ev serkeftin anî.
Ez hêvî dikim ku heman serkeftin li Silêmaniyê jî dubare bibe.”
Hat ragihandin ku Projeya Dabînkirina Avê ya Hewlêrê bi kapasîteya di saetekê de 20 hezar metre sêgoşe, nêzîkî ji sedî 60ê pêdiviya ava Hewlêrê dabîn dike û ji sedî 40ê mayî jî bi rêya projeyên Îfraz 1, 2 û 3yan tê dabînkirin.
Projeya ku bi budceya nêzîkî 480 milyon dolarî hatiye çêkirin, avê ji çar xetên sereke digihîne hewzên depokirinê û ji wir li bajêr belav dike.
Tê pêşbînîkirin ku proje dê 30 salên pêş de pêdiviya ava Hewlêrê dabîn bike.
Mesrûr Barzanî di dawiya axaftina xwe de bangî welatiyan kir ku di bikaranîna av û elektrîkê de teserufê bikin û got:
“Ev çavkanî ji bo gelê me ne. Eger xwedî lê derkevin, dikarin bi salên dirêj di şert û mercên baştir de sûdê jê wergirin.”
Serokwezîr ducare kir ku heta derfet hebin, ew dê xizmetê bigihînin hemû bajar, bajarok û gundên Herêma Kurdistanê.
#VÎDEO - Mesrûr Barzanî, Projeya Avê ya Hewlêrê vekir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 6, 2025
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Projeya Avê ya Hewlêrê vekir û da zanîn ku av dê bêyî pirsgirêk bigihêje malên welatiyan pic.twitter.com/kjoqttNM6M