Li Amedê pevçûna bi çekan: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li Amedê di navbera du koman de ji ber erdan nîqaş derket û nîqaş mezin bû û veguherî pevçûna bi çekan.
Di pevçûnê de N.Tyê 52 salî û H.Tyê 45 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşaneyan lê N.T. li nexweşxaneyê mir.
Cendirmeyan ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne dest bi xebatan kir.