Li Bakurê Kurdistanê zivistanê rûyê xwe nîşan da: Berf û baran tên

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Tê pêşbînîkirin ku ev rewş du rojan berdewam bike û li çend parêzgehên din jî berf bibare.

Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora pêşbîniya hewayê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Li gorî raporê, îro li parêzgehên Dîlok, Mereş, Riha, Semsûr, Meletî, Sêwas, Mêrdîn, Amed, Xarpêt, Dêrsim, Erzingan, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê dê tevahiya rojê baran bibare.

Metirsiya lehiyê

Saziya Keşnasiyê hişyarî da ku li parêzgehên Dîlok û Qersê metirsiya lehiyê heye.

Her wiha hat diyarkirin ku leza bayê li van her du parêzgehan dê di saetekê de bigihîje 65-80 kîlometreyî.

Pileyên germê yên wan 15 parêzgehan jî dê di navbera 2 û 9 pileyan de bin.

Berf û cemed

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê da zanîn ku li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê dê serma, cemed û mij hebe.

Pileyên germê li wan deran dê di bin sifirê de di navbera 1 û 3 pileyan de bin.