Salîm Ensarîoglu li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu, derbarê nîqaşên ku piştî serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê derketin holê de daxuyaniyek da.
Ensarîoglu rewş wekî "qezayeke rê ya nebiqest" bi nav kir.
Siyasetmedarê Kurd Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê nirxandinek parve kir û diyar kir ku rola Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya di pêvajoya aştiyê de "ji aliyê hemû Kurdan ve tê teqdîrkirin."
Ensarîoglu destnîşan kir ku berpirsyariya ku Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girtiye ser xwe xwedî wê taybetmendiyê ye ku "herika dîrokê biguherîne."
Parlamenterê AK Partiyê da zanîn ku Serok Mesûd Barzanî di pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe de, wekî pêvajoyên berê "aktorekî girîng e ku tevkariyên cidî pêşkêş dike."
Ensarîoglu nîqaşên ji ber serdana Cizîrê wekî "qezayeke rê ya nebiqest" pênase kir û got ku ev rewş "dê bi ti awayî rêgehê neguherîne."
"Mesûd Barzanî hevpeymanê me yê herî xurt e"
Daxuyaniya Ensarîoglu wiha ye:
"Rojên borî dema dostê min ê hêja Birêz Mesûd Barzanî beşdarî sempozyuma li Cizîrê bû, li ser dîmenên ku derketin holê krîzeke biçûk çêbû.
Lê belê îro bi daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Birêz Mesûd Barzanî ve hat dayîn, em bawer dikin ku ev krîz hatiye çareserkirin.
Çimkî rola ku hevparê me yê desthilatê Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî di Pêvajoya Hevgirtina Neteweyî, Biratiyê de lîstiye, ji aliyê hemû Kurdan ve tê teqdîrkirin.
Berpirsyariya ku Birêz Bahçelî bi Serokkomarê me re ji bo aramiya welatê me girtiye ser xwe, di wê astê de ye ku herika dîrokê biguherîne.
Her wiha Birêz Mesûd Barzanî jî di pêvajoya ku li welatê me dimeşe de, wekî pêvajoyên berê aktorekî girîng e ku tevkariyên cidî pêşkêş dike.
Ji xeynî vê, baş tê zanîn ku ew li Îraqê hevpeymanê me yê herî xurt e û aktorek e ku dilsoziya xwe ya ji bo hevpeymaniyê îspat kiriye.
Di vê pêvajoya ku dîroka welatê me ber bi aramiyê ve zivirandiye de, ev qezaya rê ya nebiqest dê bi ti awayî rêgeha me neguherîne.
Dema ku berpirsyariya Birêz Devlet Bahçelî û pêwendiya kûr a Birêz Mesûd Barzanî ya bi welatê me re û tevkariyên wî yên di pêvajoyê de werin fikirîn, divê neyê jibîrkirin ku anîna rojevê ya vê qezaya rê ya nebiqest, avê li aşê derdorên li dijî aştiyê dike. Ez dixwazim bi taybetî vê yekê destnîşan bikim."