Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) - Şaxa ÎHD ya Mêrdînê, diyar kir ku di bexçe û avahiya Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê de ku di salên 1990'an de wek navenda JÎTEM'ê dihat zanîn, di dema çêkirina avahiyekê de hestiyên mirovan hatin dîtin.
Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) Şaxa Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku li bexçe û avahiya Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê de ku di salên 1990'an de wek cihekî "kesên di bin çavan de tên wendakirin" dihat zanîn, roja 1ê Çile û di dema çêkirina avahiyekê de kilox û hestiyên mirovan hatine dîtin.
'Hestiyan gumanên me rast derxistin'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dest daniye ser hestiyan û lêpirsîn daye destpêkirin û wiha hat gotin:"Wek ÎHD'ê Şaxa Mêrdînê me daxwaz kir da ku têkildarî hestiyên hatine dîtin, mînakên xwîna kesên ku xizmên wan hatine wendakirin, bên girtin. Dîsa em ê daxwaza kûrkirina lêpirsînê bikin. Hestiyên hatine dîtin texmîn û gumanên me rast derdixe. Temenê hestiyan û aîdî kîjan salan e wê bi awayekî bi detay ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve bên diyarkirin. Piştî rapor hat û şûnde em ê der barê mijarê de bi berfirehî daxuyaniyan bidin."
Tê zanîn, di salên 1990î de li gellek deverên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kurdên sivîl ji aliyê rêxistina bi navê JÎTEMê ku rêxistina sîxorî ya hêzên cenderme ya artêşa Tirkiyê tê zanîn, hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse