Demîrtaş: Heger em neaxvin çek dê biaxivin

07-01-2016
RÛDAW
Nîşan Demîrtaş Wan Mitîng
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û got, heger em neaxvin çek diaxivin.


Li bajarê Wanê li hemberî operasyon û bûyerên li bajarên Bakûrê Kurdistanê xwepêşandanek hat lidarxistin û Hevseroskê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş jî tê de beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.

Selahattin Demîrtaş bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdgoan kir ku  her roj mirov û hêzên ewlekariyê dimirin û got: “Em ne meraqdarê rûyê te ne. Heger em neaxvin çek diaxivin. Tu ne mecbûrî ji hez me bike û em jî ne mecbûrin ji te hez bikin. Lê dema ku hûn masayê biqulipînin xwîna mirovan dirije.”

Demîrtaş anî ziman rêveberiya niha li Tirkiyê ji bo rêvebirina demokrasiyê astengiyê û wiha ragihand: “Em dixwazin hemû kes tevlî rêveberiyê bibin. Dibe ku bixwe peregela serokatiya pêşniyar bike, ev mafê wî ye, lê em jî rêveberiya xweser pêşniyar dikin. Ev yek mafê me ye. Em dibêjin em yekê bi muzakereyan pêk bînin. Lê dixwazim me tine bikin.”

Derbarê mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran de jî Demîrtaş amaje kir ku pêwîstiya wan bi parêzbendiyê nîne lê parlamenterên AK Partiyê heye û wiha got:

"Bila parêzbendiya me were rakirin lê bila ye te jî were rakirin. Em hemû derkevin pêşberî dadgehê. Em dîsa natirsin. Hûn jî derbivkevin, bila Davutoglu û Bahçelê derbikevin. Heger ji min bipirsin tu pergela rêvberiya xweserî diparêzî. Êzê bibêjim er e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst