Mûsil (Rûdaw) – Hêza Dijî Teror a Iraqî ragihand ku Pira Çar, nexweşxaneyên Selam û Şîfa, Koleja Tendirustiyê û her du gundên Xufran û Rifakî di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatine kontrolkirin.
Fermandeyê Hêza Dijî Teror a Iraqî Ebdulemîr Yarella ragihand ku di çarçoveya qonaxa duyem a operasyona Rizgarkirina Mûsilê de li rojholatê bajarê Mûsilê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û çekdarên rêxistina DAIŞê de derketine.
Ebdulemîr Yarella diyar kir ku di encama şer û pevçûnên naborî de her du taxên Yekemîn û Duyemîn a Bijîşkan ji destê DAIŞê ahtine deranîn.
Yarella da zanîn ku Pira Çar jî hatiye kontrolkirin û wiha domand: “Îro beriya nîvro nexweşxaneyên Selam û Şîfa, Koleja Tendirustiyê û her du gundên Xufran û Rifakî jî hatin rizgarkirin.”
Ji aliyê din ve Fermandeyê Hêzên Firqeya Zerînî ya Artêşa Iraqê Fazil Berwarî ji Rûdawê re ragihand ku diyar kir ku di encamên operasyonên vê dawiyê de darbeyên dijwar li DAIŞê dane.
Derbarê kuştiyên çekdarên DAIŞê de jî Fazi Berwarî got, ew bi zelalî nizanin çend çekdarên rêxistinê hatine kuştin lê li gorî texminên wan di navbera 2 hezar û 500 heta 2 hezar û 600 çekdar hatine kuştin.
Ji 29ê Kanûnê ve hersê gundên Sade, Tiwîle, Ergobazî û çend gundên din hatine kontrolkirin.
Heta niha li rojhilatê bajarê Mûsilê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de hêzên iraqî 46 tax ji destê DAIŞê der anîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse