Kurd, ereb, tirkmen û mesihî: Bila pêşmerge Kerkûkê biparêze

Kerkûk (Rûdaw) – Nîştecihên Kerkûkê yên kurd, ereb, tirkmen û mesîhî dibêjin; “Eger pêşmerge nebaya dê çarenivîsa bajarê me jî di destê DAIŞê de weke bajarên din baya.”

 

Di Hezîrana 2014ê de ligel hatina DAIŞê, leşkerên Artêşa Iraqê yên li Serbazgeha Keywanê ya Kerkûkê, çek û alavên xwe bi cîh hiştin û reviyan. Serbazgeha Keywanê mezintirîn serbazgeha li Kerkûkê bû û nêzîkî 12 hezar leşker di wî serbazgehê de bûn. Ji wê demê ve Hêzên Pêşmerge sînorê Kerkûkê diparêzin û serbazgehê bikartînin.  

 

Pêşmergeyê Eniya 4emîn ê bi navê Zana Xidir ji Rûdawê re got; “Ev du sal in ez li Serbazgeha Keywanê erkdar im. Dema me ev der dît, me bawer nedikir, ku dê hêzeke wiha mezin ê leşkerî cihê xwe bihêle û bireve. Niha li ser dîwaran dirûşmên wan mane. Em ne bi dirûşm bi xwîna xwe xaka xwe diparêzin.”

 

Hêzên Pêşmerge tenê li Kerkûkê, ji bo rizgarkirina baregahên leşkerî yên ketine destê DAIŞê, 18 operasyon pêk anîn. DAIŞê 9 caran êrîşên mezin anî ser pêşmergeyan lê hemû êrîşên wan jî bi xwîn şkînandin.

 

Cîgirê Fermandarê Eniya 5 a Hêzên Pêşmerge Lîwa Mihemed Rêgir ji Rûdawê re ragihand; “Ev 3 sal in pêşmerge bi xwîna xwe vê navçeyê diparêze û bi ti awayî jî ji vê derê venakişe. Ti hêzeke din jî nîne, ku li vir cihê pêşmerge bigre.”

 

Pêşmerge piştrast in, ku serkirdetiya siyasî û leşkerî yê Kurdistanê dest ji Kerkûkê bernadin. Herwiha ji bo dûrxistina gefa DAIŞê plana kontrolkirina Hewîceyê jî amade dikin.

 

Ji aliyê din ve, pêkhateyên Kerkûkê jî baweriya xwe bi pêşmerge tînîn û dixwazin can û male wan ji aliyê pêşmerge ve bê parastin.

 

Nîştecihê Kerkûkê yê ereb Ela Husên dibêje; “Eger pêşmerge ji vir here, dê bajar bikeve destê wan, ku çavê wan li ser Kerkûkê ye. Pêşmerge me diparêze.”

 

Ebas Sûnhî ku hemwelatiyekî tirkmen e diyar dike; “Eger ne ji pêşmerge ba, dê çarenivîsa Kerkûkê jî weke wan bajarên destê DAIŞê de ba.”

 

Hemwelatiyê bi navê Sebah Fatih jî dibêje; “Eger ne ji pêşmerge ba, dê Kerkûk çawa aram biba. Me navê pêşmerge ji vir herin.”

 

Hemwelatiyê bi navê Necat Elî jî bale dikişe ser qurbaniyên pêşmerge û dibêje; “Ji bo çi vekişin? Pêwîste bimînin, ji ber, ku wan xwîna xwe rijandin û qurbanî dan.”

 

Li gorî amarên ewlekariyê, ji dema ku pêşmerge li Kerkûkê bicîh bûye heta niha, rêjeya teqîn û bûyerên terorî ji sedî 90 kêm bûye.