DUHOK - Nebûna çapxaneyeke Braille rewşa xwendekarên nabîna dijwartir dike
Hewlêr (Rûdaw) - Şehcan Beşar a 20 salî ku kêmbîna ye, ji zikmakî ve ji sedî 90 dinyayê bi çavan nabîne. Şehcan li Koleja Zansitên Mirovayetiyê ya Zankoya Duhukê xwendekara qonaxa sêyemîn a komelnasiyê ye. Şehcan 9 û endamên malbata wê nabîna û kêmbînan in, ji ber ku pirtûkên bi alfabeya Braille di sîstema xwendina wan de nînin, neçar e dengê mamostayên xwe bi mobaylê tomar bike. Ev jî ji bo xwendina wê zehmetiyeke zêde divê li gorî xwendekarên din.
Kêmbîna Şahcan Beşar dibêje “Ji ber ku zimanê Braille li ba me nîne, derbarê xandinê de ji bo me gelek zehmetî hene. Ji ber ku sîstem ji bo çavsaxan e ev jî li me wisa dike ku em bêtir li gorî deng tomarkirinê biçin, çi jî hevalên me ji bo me deng tomar kirine, an jî dengê mamostayan tomar bikin, paşê ji bo xwe kurt dikin, ev jî wextê me drêjtir dike. Dê çibûbûya eger zimanê Braille hebûya, wê demê me dikaribû babetê zûtir û di demeke kurttir de bixwenda.”
Nebûna pirtûkên Braillî di sîstemê xwendina zankoyê de, kesên nabîna neçar dibin çend hevalên xwe yên qutabî û endamên xêzana xwe digel xwe bidin ber xandinê taku xwendina xwe derbaz bikin.
Kêmbîn Eyûb Xelîl got “Ji ber nebûna Braillî gelek pirsgirêk têne ber sîngê min, ez bi xwe wek qutabyê zakoyê astengan dibînim dema taqîkirina xwendina rojane da, çunke şêwazê xwendina me cuda ye, ne ya Braillî ye, sîstem nîne ji ber hindê heta hevalên min yan kesekê mala min wanê tomar dike gelek wext pê ve diçê û li ser me jî giran dibe.”
Peymangeha Runahî ya Nabînayan take cihê fêrbuna zimanê Braillî li Duhukê, pirtukên çavsaxan li ser nabînayan dabeş dikin. Li Hewlêr û Silêmaniyê çapxanên hikûmî hene pirtûkên Brailllî bo nabînayan çap dikin lê li Duhokê nîne.
Serokê Komeleya Nabîna ya li Duhokê û Mamosteyê zimannîşaniya Braillê Xabûr Mihemed diyar kir “Eger li Duhokê ev çapxane bi destê me keta, dê bêtir îstifadê jê bînîn û li gel hindê dê rewşenbîr bîn. Eger pertukên qutabxanê bi her sê zimanan bên çap kirin, ji ber ku bi Kurdî, Erebî, Îngilîzî baş dizanin dê bêtir fêdê jê bibînin.”
Li gor amarên Komeleya Nabîna li seranserê Herêma Kurdistanê 6 hezar û 500 û parêzgeha Duhukê hezar 250 nabîna û kêmbîna hene.