Ermeniyên Duhokê cejna rojbûna Hz. Îsa pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Ortodoks a Ermeniyan li Duhokê cejna rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir. Piştî merasîma olî, Kirîstiyanan ew roj li hev pîroz kirin. Li Duhok a Herêma Kurdistanê zêdetirî 640 Ermenî dijîn.

Serokê Komîteya Rêveber a Dêra Ermeniyan li Duhokê Yervant Nîsan ji Rûdawê re got, “6ê Çile em cejna Hz. Îsa pîroz dikin wek hemû dêrên Ortodoks ên cîhanê.”

Misilman, Keldanî û kesayetên navdar ên Duhokê pîrozbahî li Ortodoksan kirin û bang li aliyên siyasî kirin ku nêzîkî hev bibin da ku Ermeniyên mayî jî neçin derveyî welêt.

Kesayetiyê Ermenî li Duhokê Wartkes Mumses Sarkisian anî ziman, “Em di sala nû de bang li hemû partiyên Kurdistanî dikin ku bibin yek û yekrêz bin, da ku ev milet bikaribe jiyaneke baştir û serfiraz bijî.”

Nêzîkî hezar Kirîstiyanên Ermenî li Zaxoyê dijîn lê ji ber tevlîbûna wan bi gelê herêmê re piraniya wan bi zimanê Ermenî nizanin.

Nûnerê civaka Ermenî li Zaxoyê David Madius got, “Di îdareya serbixwe ya Zaxo de ku pêgeha Ermeniyên li Herêma Kurdistanê ye, 200 malbat ku zêdetirî 1000 Ermenî dike hene û piraniya wan li Zaxo dijîn.”

Li gor amarên Dêra Ermeniyan a Duhokê, nêzîkî 4 hezar û 200 Ermenî li Herêma Kurdistanê dijîn, ji wan 3 hezar û 600 li parêzgeha Duhokê ne.