Serok Barzanî: Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî

Duh li 06:28
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî derbarê şer û aloziyên li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê got, “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî."

Serok Barzanî bangî desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku rêya diyalogê hilbijêrin û rê li ber xwînrijandinê bigirin.

Serok Mesûd Barzanî derbarê şer û aloziyên li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê peyamek belav kir û hişyarî da ku "li wê deverê gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye."

Serok Barzanî diyar kir ku guherînên siyasî yên li Sûriyeyê derfeteke baş bû ji bo çareserkirina pirsgirêkan lê rewşa niha ya Helebê cihê dilgiraniyeke mezin e.

"Metirsî li ser jiyana sivîlan heye"

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser metirsiya li ser xelkê sivîl û got:

"Ew rewşa metirsîdar û ew şer û tundiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê dilgiraniyekê zêde ye.

Metirsî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêguneh çêkiriye û gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan li wê deverê heye."

Bangî desthilatdarên Sûriyeyê kir

Serok Barzanî ji desthilatdarên Sûriyeyê xwest ku pirsgirêkên siyasî veneguherînin şerê neteweyî û wiha axivî:

"Ez daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikim ku pirsgirêkên siyasî nekin pirsgirêka neteweyî.

Di wan kêşe û aloziyên li herêma Helebê de hene, divê rê neyê dayîn welatiyên Kurd tûşî zext û zordariyê bibin û ji cihê bav û kalên xwe werin derxistin û rûbirûyê paqijiya nijadî bibin."

“Şer rawestînin”

Serok Barzanî her wiha bangî aliyên Kurdî û HSDyê jî kir û got:

"Daxwazê ji aliyên Kurdan û bi taybetî HSDyê dikim, ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li xwînrijandina zêdetir tiştê ji destê wan tê bikin."

"Ev tawana dijî mirovahiyê ye"

Serok Barzanî di dawiya peyamê de tekez kir ku divê her du alî rêya diyalogê hilbijêrin û hişyarî da:

"Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema wê yekê ku jiyana xelkê sivîl bikeve bin metirsiyê û paqijiya nijadî li dijî gelê Kurd rû bide.

Ev tawana dijî mirovahiyê ye û dê encamên metirsîdar jê derkevin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst