Bandora Qutbûna elektrîkê li Bazara Karsaziya Kobanî
Kobanî (Rûdaw)- Bi qutkirina elektrîkê re ji ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêxistina DAÎŞê ve, liv û tevgera çêkirina alavan û pêdiviyên milet di bazara karsaziyê de jî pir sistkiriye, û nebûna elektrîkê hêdî hêdî karsazan berve girtina bazarê û rawestandina kar de dajo û dibe.
Karsaz Ebdilbarî Xelîl li ser vê arîşeyê ji Rûdawê re dibêje: “Dema ku elektrîk li cem me hebû, milet ji derve dihate cem me, miletî beriyê miletî Munbicê, karsaziya me bihêz bû, ango ku perçeyek ji xerazeyan pêwist bû, li ti deran bi cih nedibû, tekez li Erqûbê (Heleb) an li Kobanî dihate dîtin, ana cerku kehrebe qutbûye, me zibûnên xerîb hemû wenda kirine, zibûnên me yên herêmê jî, ne em dikarin pereyan ji kesî bistînin û ne kar dibe, ango bala xwe bidin torno yên me, ew û tevahiya karsaziya me rawestiyaye”.
Pêş ku herêma Kobanî were dorpêçkirin û kehrebe ji ser were qutkirin, bazara karsazan ji ber pirbûna kar ta derengiya şevê vekirê dima, û karsazên Kobanî bi çêkirina Xerazeyan ku ew alavên kolandina bîranin û Patosên çinînê navdar bûn.
Ji aliyê xwe Karsaz Şahînê Minazê wiha dibêje: “Em westiyane, hatina pereyan tuneye, em berê ta seet 12 êvarê li bazara karsaziya Kobanî dixibitîn, ana em çi dixebitin? Ana emê bigrin û herin mala xwe, ango em mesrefê xwe dernaxine”.
Piştî qutbûna elektrîkê çare li pêş karsazan nînin, ji bilî bikaranîna motorên elektrîkê, û ji ber ku ji alav ûdezgehên karsazan re 3 xet kehrebe ya tirîvazê divên, ew motor nikarin dirêj di bin barê giran de bixebitin û pir xerab dibin û zû radiwestin.