Silêmanî (Rûdaw) – Saziya Navenda Metro bo berevanî li mafên rojnamevanan, êrişa alîgirên PKKê bo ser Tora Medyayiya Rûdawê şermezar kir û ragihand, pêwîst e rêz li azadiya xwepêşandan û azadiya karê rojnamevaniyê bê girtin.
Îro alêgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Hewlêrê xwepêşandan kirin û çûne ber deriyê Ofîsa Netewên Yekbûyî û li wir êrişî tîma Tora Medyayiya Rûdawê kirin û peyamnêra Rûdawê Kurdistan Hesen û 3 polîs birîndar kirin.
Îro yekşemî 7ê Sibatê saziya Navenda Metro ya bo berevanîkirin li mafên rojnamevanan derbarê êrişa ser tîma Rûdawê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Navenda Metro di daxuyaniya xwe de ragihand: Îro li pêşberî baregeha Netewên Yekbûyî li Hewlêrê bi mebesta rakirina tecrîda ser Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û berdana wî û herwiha şermezarkirina êrişên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê, alîgirên PKKê xwepêşandanek lidarxistin.
Navenda Metro dibêje: “Di vê xwepêşandanê de, ji aliyê çend beşdarbûyên nav vê çalakiyê ve êrişî tîma Tora Medyayiya Rûdawê (Kurdistan Hesen a peymnêr û Cêgir Omer Kameraman) hat kirin, û di encama vê êrişê de tîma Rûdawê rastî nerihetiyê bûn. Herwiha berî êrişê jî gef li tîma Tora Medyayiya Rûdawê xwaribûn.”
Navenda Metro amaje bi êrişa îro ya ser Rûdawê li bajarê Silêmaniyê jî dike û dibêje: “Her îro li bajrê Silêmaniyê di dema rûmalkirina xwepêşandana beşek ji karmendên polîsê hatinûçûnê ku cadeya Melik Mehmûd di ser hatinûçûna otomobîlan de girtibûn, ji aliyê çend kesan ve êrişî peyamnêr û kamermanê Tora Medyayiya Rûdawê (Cemal Ehmed Cemîl û Rêbaz Qadir Mistefa) hat kirin.”
Derbarê vê êrişê de peyamnêrê Rûdawê Cemal Ehmed ji Navenda Metro re ragihand: “Nehîştin em rûmal bikin. Êrişî me kirin û ji me re gotin ku emê bi lêdanê kameraya we bişkînin. Dest bi êrişa ser me kirin û standa kameraya me şikandin.”
Navenda Metro ragihand, “wek çawan ku azadiya xwepêşandana sivîl mafekî xwezayî û yasayî ye û nabe bi ti hincetan bê binpêkirin, bi heman qasî jî azadiya karê rojnamevaniyê jî mafekê yasayî ye û dive xwepêşander berî hêzên Asayiş û Polîs rêzê lê bigre.”
Di beşeke din a daxuyaniya Metro de tê gotin: “Em van êriş û destdirêjî û tundûtîjiyên îro li hemberî tîmên kanala Rûdawê hatine kirin, şermezar dikin.”
Navenda Metro herwiha daxwaz dike, ku ti hêzek penah bo tundûtîjiyê nebe û rêz li azadya xwepêşandanê û azadiya rojnamaveniyê jî bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse