Kiliçdaroglu: Divê Tirkiye derbasî navenda Efrînê nebe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarîxwaz (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, nabe ku Artêşa Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bibe.
Kemal Kiliçdaroglu îro li Enqere ya paytexta Tirkiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, êrişa Artêşa Tirkiyê ya bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ku Tirkiye navê "Operasona Çiqla Zeytûnê" lê kiriye, nirxand.
Kiliçdaroglu li ser êrişa ser Efrînê got, Tirkiye divê bi qasî parastina ewlehiya xwe li ser operasyona xwe berdewam be, lê belê tekez kir, nabe bi ti awayî hêzên wî welatî derbasî navenda bajrê Efrînê bibin.
Kiliçdaroglu diyar kir: “Tirkiye, divê heta dabînkirina ewlehiya xwe berdewam be. Lê belê ez derbasbûna nav Efrînê bi ti awayî dirist nabînim. Çimku divê hizreke weke bidestxistina bajarekê nebe. Wate em çima çûne Efrînê, ji ber bicihbûna rêxistina terorê li ser sînorê Tirkiyê bû.”
Serokê partiya sereke ya dijbereya Tirkiyê amaje bi operasyona pêştir a artêşa wî welatî bo kontrolkirina El-Babê ya bi navê Operasyona Merala Firatê jî kir û da xuyakirin, “ti lojîkek ji bo derbaskirina hêzên Tirkiyê bo nav kûrahiya sînorê Sûriyê nîne.”
Kemal Kiliçdaroglu got, derbasbûna artêşa Tirkiyê bo kûrahiyeke zêdetir a axa Sûriyê “dê ji Tirkiyê re bibe pirsgirêkeke gelek ciddî” û anî ziman, ku her ku diçe hejmara kuştiyên hêzên wî welatî zêdetir dibe.
Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê meha Çileya bihorî ve dest bi operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku îro derbasî roja 19ê bû.
Di 19. roja êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê de, şer û pevçûn li çend deverên ser bi Efrînê di navbera şervanên YPG/HSDê û hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê berdewam bûn. Herwiha topxaneyên Artêşa Tirkiyê jî çend gundên li ser sînorê Efrînê topbaran kirin.