Zanyariyên dawî: Şer li nêzîkê Bilbilê berdewam e
Sînorê Efrîn (Rûdaw) – Li nêzîkê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê şer û pevçûnên giran di navbera Artêşa Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de diqewimin.
Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî ji ser sînorê nêzîkê Efrînê ragihand ku îro (07.02.2018) ji serê sibehê ve şer û pevçûnên giran li nêzîkê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbbilê diqewimin û heta niha jî berdewam e.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan çend roj dibe niştecihên Şêxurzê gundê xwe vala kirine û ber bi nehyeya Bilbilê koçber bûne.
Şewket Herkî amaje bi wê yekê jî kir ku sê roj e balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ti êrîşek nebirine ser herêma Efrînê lê şerê piyade û topbarankirin didome.
Berî bi çend saetan medya nêzîkê PYDê belav kiribû ku topxaneyên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ya girêdayî wê gundên Kefir Sefrê û Baflûrê yên ser bi navçeya Cindirêsê topbaran dikin.
Ji 20ê Çileya 2018ê ve êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê dest pê kirine û heta niha ligel ku sedan kes bûne qurbanî, gelek gung û navçe ji ber topbaranê wêran bûne û jiyan li wan nemaye. Li gor çavkaniyên xwecihî, gelek malên Kurdan jî hatine talankirin.