Beşîr Hedad: Peyama me ji aliyên siyasî re yekrêziya Kurdan e
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Parlementoya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Xelîl Hedad û hejmarek ji endamên fraksiyonên Kurdistanê serdana baregehên Polîtburoya Komela Îslamî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ragihand ku piştî civîna li gel Komela Îslamî, şanda Parlementoya Iraqê serdana baregeha polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û piştre li gel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê civiyan.
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Xelîl Hedad piştî civînan di konferansa çapemeniyê de li ser armanca serdana xwe ragihand: “Du armancên serdana me ya bo aliyên siyasî yên li Kurdistanê hene. Armanca yekem ew e ku peywendî û lînkek di navbera Parlementoya Iraqê û aliyên Kurdistanî de hebe û em peywendiyan bihêztir bikin û haya me ji hev hebe û em guh bidin fikrên hev.”
Beşîr Hedad eşkere kir ku armanca duyem gihandina peyamek e ji aliyên Kurdistanî re û got: “Peyama me ew e ku ji bo em li wir bihêz bin û li Bexdayê bikarin mafên xwe bi dest bixin û dakokî li hemû mafên rewa yên miletê Kurd û Herêma Kurdistanê bikini, pêwîstiya me bi piştgiriya hev heye, herwiha pêwîstiya me bi wê yekê jî heye ku aliyên siyasî li Kurdistanê nêzîkî hev bibin û hevahengî û jihevfêmkirin di navbera wan de hebe. Çi qas ev jihevfêmkirin di navbera aliyan de hebe û yekrêz bin, em jî li Bexdayê ewqas bihêz dibin, ji ber ku peywendiyên aliyên siyasî, bandorê li ser Bexdayê jî dike.”