Serok Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pê re qebûl kir.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî re civiyan.
Wezaretê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir û got:
“Di hevdîtinê de li ser mijarên parastin û ewlehiyê ya herêmê guftûgo hatin kirin, Wezîr Yaşar Guler silavên Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan gihandin.”
Yaşar Guler ku doh piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê hatibû Hewlêrê, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.
Guler îro destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Serok Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler qebûl kir pic.twitter.com/g776OPx7um
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 7, 2024