ERZIROM - Otomobîlek li barhilgirekê qelibî: 4 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, di qezaya otomobîlekê û barhilgirekê de 4 kes mirin.

Otomobîla ku Ramazan Katilmiş diajot, li ser rêya Erziromê li barhilgireke bi plakaya Gurcistanê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku şofêrê otomobîlê Ramazan Katilmiş û kesên bi navên Nurtekîn A., Erdem O. û Îbrahîm O. li cihê bûyerê mirine.

Termên kesên ku di otomobîlê de asê mabûn ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve ji cihê wan hatin derxistin.

Şofêrê Gurcistanî hat desteserkirin

Şofêrê barhilgirê yê bi navê Nika S.yê ku welatiyê Gurcistanê ye, di qezayê de birîndar bûbû.

Piştî ku tedaviya wî ya li nexweşxaneyê bi dawî bû, ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Lêpirsîna li ser qezayê berdewam dike.