Li Mêrdînê qeza: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.
Bûyer îro li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê qewimî.
Li nêzîkî gundê Qesra Qelendera yê navçeya Artukluyê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.
Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandin û cendirme çûn cihê qezayê.
Rewşa 3 birîndaran giran e
Tîmên tenduristiyê midaxeleyî birîndaran kir.
Birîndar piştî midaxeleya destpêkê veguhastin nexweşxaneyên dewletê yên Mêrdîn û Qoserê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 3 birîndaran giran e.