Şandeya Şamê çû Hisîçayê: Rojev çi bû?
Hisîça (Rûdaw) - Şandeyeke Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ji bo bicihanîna peymana li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çû parêzgeha Hisîçayê.
Şande armanc dike ku pêvajoya radestkirina Balafirgeha Qamişloyê û zeviyên petrolê yên Rimêlanê bide destpêkirin û gavên pratîkî yên peymanê biavêje.
Şandeya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bi serokatiya Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî parêzgarê nû yê Hisîçayê Nûredîn Îsa Ehmed ziyaret kir û behsa plana xwe ya dahatûyê kir.
"Wergirtina Balafirgeha Qamişloyê zeviyên Rimêlanê"
Birêvebirê Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Sûriyeyê yê Hisîçayê Merwan Elî got:
"Înşelah em dê bendên din ên peymanê jî bi cih bînin.
Ev bend jî wergirtina Balafirgeha Qamişloyê, zeviyên Rimêlanê û vekişîna hêzên her du aliyan a ber bi baregehên xwe ve ye da ku rageşî kêm bibin."
Şandeya hikûmetê dibêje ku dê kar li Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê dest pê bike û ew dê serdana deriyên sînorî û bîrên petrolê yên Rimêlanê bikin.
Li aliyê din Rêveberiya Xweser jî tekez dike ku ev kar dê bi hevbeşî werin birêvebirin.
Paşeroja Deriyê Sêmalkayê
Endamê Desteya Birêvebir a Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm li ser rewşa deriyên sînorî wiha axivî:
"Her kes dizane ku Deriyê Sêmalkayê bi peymaneke di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de hatiye vekirin. Ev derî deriyekî mirovî ye.
Ez texmîn dikim ku ev derî dê vekirî bimîne çimkî taybetiyeke xwe ya mirovahî heye.
Dibe ku hinek endamên hikûmetê (ya Sûriyeyê) hebin lê ji ber ku deriyekî mirovahiyê ye her du aliyan li hev kiriye û dê heta demeke baş bimîne, belkî berdewam jî bike."
Vegera koçberan
Vegera koçberên Kurd ên ku bi zorê ji Efrîn û Serê Kaniyê derketine, xaleke din a girîng a peymanê ye.
Her çiqasî bendemayîna wan dirêj kiribe jî her du alî piştrast dikin ku pêdiviya vê peymanê herî kêm bi mehekê heta du mehan heye da ku hemû xalên wê bi temamî bên bicihanîn.