7 Photos
Li Kampa Rojê zêdetirî du hezar mirovên çekdarên DAIŞê dijîn û dixwazin vegera li welatên xwe.
Di nav niştecihên kampê de jinên ji Maldiv, Rûsya, Endonezya, Tûnis, Bosna, Azerbeycan û gelek welatên din hene, bi giştî ji zêdetirî 50 welatên cuda hatine.
Kamp li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Li kampê 2 hezar û 201 jin û zarok dijîn.
Piştî ku Kampa Holê ket bin desthilata Artêşa Ereban a Sûriyeyê, niha Kompa Rojê tenê maye di bin kontrola şervan HSDyê de.
Foto: Rûdaw