Bakirhan: 30yê Kanûna Paşîn ne teslîmbûn e, jiyana Kurdan hat garantîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser lihevkirina HSD û Şamê got, “Ocalan hişt ku Peymana 30yê Kanûna Paşîn çêbibe.”

Tuncer Bakirhan her wiha got, 30yê Kanûna Paşîn ne teslîmbûn e, jiyana Kurdan garantî kir."

Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê li navçeya Şahînbegê li otelekê civîneke gel li dar xist.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî beşdarî civînê bûn.

Tuncer Bakirhan li vir axivî û diyar kir ku bipêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ruhê yekîtiya di navbera Kurdan de xurt kiriye.

"Rojava ya Kurdan e"

Bakirhan destnîşan kir ku di peymana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Birêvebiriya Şamê de rola Abdullah Ocalan gelekî girîng e û got:

"Bi hezaran caran spas ji bo we yên ku ji bo Rojavayê daketin qadan û berteka xwe ya demokratîk nîşan da.

Me careke din nîşan da ku Rojava ne bi tenê ye. Ne hêsan e, Kurd li Rojavayê ne tenê ne.

Rojava ya bindestan e, ya Kurdan e, loma divê her kes gava xwe bi baldarî biavêje.

Spasiya herî mezin ji bo Birêz Ocalan e. Guh medin têgihiştinên şaş û derew.

Em her tim bi we re man û me têkoşîn kir, em we naxapînin û derewan nakin.

Serok Pervîn li wir bû, Birêz Ocalan ji roja ewil ve ji HSDyê re got 'Bi Şamê re pêvajoya demokratîk bide destpêkirin'.

Ji Enqereyê re got 'Di nav planeke tasfiyekirina Kurdan de cih negire'. Ji me re jî got 'Xwedî li Rojavayê derkevin'.

“30yê Kanûna Paşîn ne teslîmbûn e, jiyana Kurdan garantî kir"

Helwesta Birêz Ocalan êrişên li wir dan sekinandin. Hişt ku Peymana 30yê Kanûna Paşîn çêbibe.

30yê Kanûna Paşîn ne teslîmbûn e, jiyana Kurdan garantî kir.

Kurd ne tenê li bajarên Kurdan, li Sûriyeyê jî ji bo welatekî demokratîk têkoşînê dikin.

Jinên Kurd dê li wir jiyaneke sekuler bijîn. Kî dibêje Kurd teslîm bûn derewan dike."

“Divê Parlamento xelekeke berfireh xêz bike”

Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku êdî divê bala xwe bidin pêvajoya çareseriyê û wiha axivî:

“Werin em li vir behsa pêvajoya ku 27ê Sibatê dest pê kir bikin. Êdî em bala xwe bidin Enqereyê.

Werin em nîqaş bikin bê ka em dê di vê pêvajoyê de çawa bi ser bikevin, bila qunciknivîs hinekî li ser vê hûr bibin.

Çimkî li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd heye. Loma ev mase hat avakirin.

Em alîgirê aştiyê ne. Em di nava pêvajoyeke balkişandina ser çareseriyê de ne. Her kes divê tevkariyê li vê pêvajoyê bike.

Em dê vê pêvajoyê bi ser bixînin û bigihînin zemînekê ku her kes bigihîje xizmên xwe.

Li Parlamentoyê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê xwe garantî kir û got, 'Em li benda pêşhatên Sûriyeyê ne'.

Niha divê roleke wisa bilîze ku tevkariyê bike. Divê Parlamento pergelê deyne ser aştiyê.

Cihê ku pergel lê dizivire li qadeke gelekî fireh belav bike û xelekeke wisa xêz bike ku kes li derve nemîne.

Divê ti nasname, ol û bawerî li derveyî vê xelekê nemîne. Divê partî ne cudahiyê, jiyaneke bi rûmet a bi hev re biparêzin.”