Li Şarezûrê 2 xwişk winda bûn: 5 roj in ti agahî ji wan nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Du keçên 13 û 16 salî yên ku li navçeya Şarezûrê ya Silêmaniyê dijîn, ji malê derketine û ti agahî ji wan nîne.

Xalê wan daxwaz dike ku her kesê agahî li ser keçan hebe, wan agahdar bike.

Keç xwişkên hev in û Ereb in. Navê yekê Zehra Ela Ziya ye û ya din jî Xedîce ye.

Yek sala 2010an û ya din jî sala 2013an li Kazîmiyeya Bexdayê ji dayîk bûne lê li navçeya Şarezûrê ya parêzgeha Silêmaniyê dijîn.

Elî Sebah xalê keçan e û îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Îro 5 roj in Zehra û Xedîce ji malê derketine û negeriyane. Me gelekî li wan pirsî lê hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.”

Xalê Zehra û Xedîceyê got, “Em daxwaz dikin her kesê ku agahî li ser wan hebe me agahdar bike, çimkî em di nav dilgiraniyeke mezin de ne.”

Malbata her du keçan hêzên polîs û asayîşê ji "winda"bûna keçên xwe agahdar kirine.

Elî Sebah got, “Hêzên ewlehiyê jimara me sitand û got ku dema çarenivîsa wan diyar bibe dê me agahdar bikin.”